10/09/2025
توضيح بخصوص ما يتم تداوله من قبل بعض الشخصيات والصفحات على وسائل التواصل الاجتماعي حول مناهج الإدارة الذاتية ونشرهم صور تتضمن صفحات كانت في الكتب القديمة وتم تغييرها.
إننا في مؤسسة المناهج نوضح لكم أن المناهج المعتمدة لدى الإدارة الذاتية في طور التغيير والتحديث، وتحت إشراف ومشاركة دكاترة ومختصين من جميع مدن ومقاطعات شمال وشرق سوريا (مقاطعة الجزيرة، مقاطعة الرقة ، مقاطعة دير الزور، مقاطعة الفرات، مقاطعة الطبقة، مقاطعة الشهباء) وبحضور جميع مكونات شمال وشرق سوريا.
وتواصل مؤسسة المناهج في شمال وشرق سوريا بتنفيذ خطتها الشاملة التي أُطلقت عام 2022، والهادفة إلى تطوير وتحديث المناهج الدراسية حسب المعايير التربوية والعلمية والعالمية المتطورة، والتي ترتقي بالعملية التعليمية بما يواكب متطلبات العصر وتحدياته.
وقد جرى تقسيم عملية التغيير إلى ثلاث مراحل متتالية:
المرحلة الأولى: شملت مناهج الصفوف (الأول الابتدائي، الرابع الابتدائي، الأول الإعدادي، الأول الثانوي).
المرحلة الثانية: أُنجزت هذا العام وسيتم تدرسيه في بداية العام الدراسي الجديد وشملت مناهج الصفوف (الثاني الابتدائي، الخامس الابتدائي، الثاني الإعدادي، الثاني الثانوي).
المرحلة الثالثة والأخيرة: بدأت المؤسسة بتنفيذها وتشمل مناهج الصفوف (الثالث الابتدائي، السادس الابتدائي، الثالث الإعدادي، الثالث الثانوي).
وبإتمام هذه المراحل الثلاث، تسعى المؤسسة إلى ترسيخ منظومة تعليمية أكثر تطوراً وشمولية، تُعزز التفكير النقدي والإبداعي لدى الطلبة، وتواكب احتياجات المجتمع.
وإننا في مؤسسة المناهج منفتحون على جميع الآراء والملاحظات والمقترحات الهادفة إلى تطوير المناهج. فمن لديه رأي أو مقترح أو ملاحظة يمكنه التواصل على بريد الصفحة.
ونتمنى لجميع الطلاب التوفيق والنجاح في العام الدراسي الجديد.
Zelalkirinek ji bo tiştên ku ji hêla hin kesayet û malperên medyaya civakî ve der barê minhacên xwendinê yên Rêveberiya Xweser de têne belavkirin û di nav de wêneyên rûpelên pirtûkên kevin ên ku hatine guhartin.
Em weke Saziya Minhacan dixwazin zelal bikin ku minhacên xwendinê yên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine pejirandin, di bin çavdêrî û beşdariya doktor û pisporên ji hemû bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Kantona Cezîrê, Kantona Feratê, Kantona Reqayê, Kantona Tebqayê, Kantona Şehbayê, Kantona Dêra Zorê) û bi beşdariya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têne guhartin û nûjenkirin.
Saziya Minhacan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plana xwe ya berfireh, ku di sala 2022yan de dest pê kiriye berdewam d**e, ku armanc d**e minhacên xwendinê li gor pîvanên perwerdeyî, zanistî û navneteweyî yên bipêşketî pêş bixe û nûjen bike û kalîteya perwerdeyê bilind bike da ku bi pêdivî û dijwarîyên demê re hevaheng be.
Pêvajoya guhartinê li sê qonaxên li pey hev hatiye dabeşkirin:
Qonaxa yekem: Minhacên xwendinê yên refa yekem a seretayî, refa çarem a seretayî, refa yekem a navîn û refa yekem a amadehî, dihewîne.
Qonaxa Duyem: Îsal bi dawî bû û di destpêka sala nû ya xwendinê de dê were hînkirin. Ev qonax minhacên xwendinê yên refa dyem a seretayî, refa pêncem a seretayî, refa heştem a navîn û refa yazdehem a amadehî, dihewîne.
Qonaxa Sêyem: Saziya Minhacan dest bi pêkanîna wê kiriye. Ev qonax minhacên xwendinê yên refa sêyem a seretayî, refa şeşem a seretayî, refa nehem a navîn û refa duwazdehem a amadehî, dihewîne.
Bi temamkirina van hersê qonaxan, Saziya Minhacan hewl dide ku pergaleke perwerdeyê ya bipêşketîtir û berfirehtir ava bike ku ramana rexnegir û afirîner di nav xwendekaran de xurt bike û bi pêdiviyên civakê re hevaheng be.
Em weke Saziya Minhacan ji bo hemû raman, şirove û pêşniyarên ku armanca wan bipêşxistina minhacan e, vekirî ne. Her kesê ku raman, pêşniyar an şiroveyeke wî/wê h**e dikare bi rêya e-maila rûpelê bi me re pêwendiyê bike.
Em di sala nû ya xwendinê de ji hemû xwendekaran re serkeftinê dixwazin.
#توضيح #منهاج