26/03/2026
Em piştgirî didin destpêşxeriya neteweyî ji bo yekdengiya neteweyî û yekrêziya gelê Kurd.
Di destpêkê de, em silav û rêzgirtina xwe pêşkêşî wê hewlê neteweyî dikin ku ji bo ragihandina yekdengiya neteweyî hatiye danîn. Ev destpêşxeriya di demekî dîrokî û hestyar de hatiye ragihandin, ku tê de herêma me li ber guherînekî dîrokî û çarenûsaz e. Ji ber vê yekê, em vê hewldanê wek têkoşînekî hişmendane ji bo yekgirtina hêz û kapasîteyên belavbûyî yên Kurdan li hemû beşên Kurdistanê dibînin û wek gava stratejîk a girîng dinirxînin.
Tecrûbeya tal a dîroka neteweya me ev rastî nîşan daye ku dema ku di her qonaxa çarenûsaz de belavbûn û cûdabûn li nav Kurdan serdest bûye, em rastê rastê bi metirsiyên tunebûnê û lawazbûna cihê me yê siyasî û civakî re rû bi rû bûne. Ev belavbûn her dem derfet daye dijminên gelê me ku bi hêsanî siyaseta xwe li dijî Kurdan bicîh bikin. Îro jî, ku tevlihevî û şerê di nav hêzên mezin û rejîmên herêmî de hemû herêmê girtûye û rastî pêwendî bi paşeroja gelê me heye, nebûna yekrêzî dikare bibe mezintrîn xetere li ser Kurdistanê.
Li hemberî vê, dîroka nêzîk a têkoşîna me nîşan daye ku tenê yekdengî dikare hevsengiyan biguherîne. Yekbûna gelê me di şermê kirina komploya navneteweyî ya li dijî Kurdan û Rêber Apo de di sala 1999 de, nimûneyek zindî bû ya iradeya neteweyî ku hemû sînor derbas kir. Herwiha, di berxwedana li dijî êrîşên DAIŞ de, yekrêziya hêzên me bûye qalxanek polîn ji bo parastina axa Kurdistanê. Di tecrûbeya dawiyê de jî, helwesta bêhempa ya Kurdan di parastina Rojavayê Kurdistanê de li hember êrîş û xetereyan, bi dirûşma “Yek e, yek e, gelê Kurd yek e”, hêza yekgirtû ya neteweya me nîşanî cîhanê da û rast kir ku yekdengiya neteweyî tenê garantî ye ji bo têkbirina planên dagirkeran.
Wek aliyek siyasî, neteweyî û civakî, ku dîrokek me heye di têkoşîna demokratîk û bê rawestan de ji bo azadî û bidestxistina mafên rewa yên gelê me, em bawer in ku di dawiyê de armanca hemû hêzên siyasî, rêxistin û kesayetiyên neteweyî divê ji bo berjewendiyên gelê me be. Ev jî bêyî gotar û gavên hevbeş pêk nayê. Ji ber vê yekê, em vê projeyê ku ji vîcdana zindî ya civakê derketiye û daxwazên rastîn yên gelê Kurdistanê tê de têkildar e, pêwîst û girîng dibînin. Ji vê aliyê ve, em piştgirîya hêzên siyasî ji bo vê destpêşxeriya wek erkek neteweyî û bersivdaneke exlaqî ji daxwaza gel pênase dikin.
Li ser bingehê vê têgihiştin û pêwîstiya dîrokî, em amadebûna xwe ji bo serkeftina vê projeyê radigihînin û piştgirîya wê dikin. Em bawer in ku ev yekdengî divê bibe bingehêk xurt ji bo avakirina konferansa neteweyî ya giştî. Konferansek ku tê de hemû li dor stratejiyek hevbeş ji bo amadekirina bernameyek neteweyî kom bibin, ku berjewendiyên bilind yên gelê me biparêze û paşerojek ronahî, bi temînkirina hemû mafan û cihêk demokratîk ji bo neteweya me, pêk bîne.
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
26ê Adarê 2026
6ê Xakelêwe 1405