PSK Swêd

PSK Swêd Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, PSK-Swêd / Kurdistans Socialistiska Parti, PSK-Sverige

Heyeta PSK Swêd tevlî, 80 emîn salvegera damezrandina Partîya Demokrat a Kurdistan KDP, li Stockholm, Swêd bû.
16/08/2026

Heyeta PSK Swêd tevlî, 80 emîn salvegera damezrandina Partîya Demokrat a Kurdistan KDP, li Stockholm, Swêd bû.

Di 17ê meha Tîrmehê 2026 ji aliyê rejîma Îranê ve, bi mûşek û dronan êrîşî baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlê...
27/07/2026

Di 17ê meha Tîrmehê 2026 ji aliyê rejîma Îranê ve, bi mûşek û dronan êrîşî baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêr û Silêmaniyê kiribû. Di encama van êrîşan de 9 Peşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Rojhilat, şehîd bûbûn.

Di merasîma bibîranîna şehîdên Kurdistan a Rojhilat di 26 tîrmehê de, Li Stockholm Swêd, PSK-Swêd bi brûskek serxweşî beşdar bû.

KomkarEU

11/07/2026

“Şehîd Qasımlo Mirovekî Xakî Bû”

Mesud Tek.

Di deve deva 22ê Pûşperê, Salroja Şehîdkirina Dr. Ebdullrehiman Qasimlo li ser hizir û ramanên Qasimlo, me digel rêzdar “Mesûd Tek” siyasetmedarê naskiriye Kurd hevpeyvîn encam daye.
Hevpeyvînkar. Sîmîn Rûhanîzade
Mesûd Tek, di beşek gotinên xwe de dibêje: “Li asta Îranê da jî Qasimlo nirx û bihayên dêmokrasî, mafê jinan û mafê diyar kirina çarenusî cuda nedikir û her tim digot “azad kirina Kurdistanê bi hêztirin piştgirî ye bo xebata demokrasî û azadiyê”, Hertim dixwast Hizba Dêmokrat ligel hêzên dêmokratik a Îranê pêyvendiyeka baş û dostanî hebê”.
1. Dr.Ebdulrehiman Qasimlo herî zêde bi kîjan taybetmendiyê tê nasîn; karîzma, hizir û raman, dîplomasî an jî rêberî? Sedema zindîmana nav û rêbaz wî çi bû?
Şehîd Dr. Qasimlo sercemê teybetmendiyên hanê bû. Di birurayê Kurdistanê da weki “mamostayê demokrasî û diplomasî” tê nasin.
Şehîd Qasimlo bi nivisina namilkeyê “Kurtebahsek Li Ser Sosyalizmê” ve, nişan daye, ku her usa mamostayê hizir û raman e.
Herweki dizanin paş ruxana Komara Kurdistanê, Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î) tuşî qeyrana nasnameyî bibû. Şehîd Qasimlo ev kes bû, ku bi hewl û xebata xwe ve HDK-Î kire hizbekî netewî û demokratîk.
Şehîd Qasimlo ligel hevsengerên xwe, paş ateşbesê şerê Îran-Iraqê, rê û xetûmeşek a guncav ligel helûmercên nû daniye, ku HDK-Î îro jî li ser vê xetûmeşê dimeşe û ev yêka diselmine, ku Şehid Qasımlo rêberekê zana û şelgir û gernas e.
Ji bo min taybetmendiyeka here girîng a Qasimlo, xakî bûna wî ye. Min tu caran pêkenina wî ji bîr nekiriye û nakim...
2. Qasimlo demokrasî, mafên jinan û mafê diyarkirina çarenûsê ji hev cuda nedidît. Ev nêrîn îro di nav opozîsyona Îranê û qada siyasî ya Îranê de di çi astekê de ye?
Belê Şehîd Qasimlo gelek girîngî dida nirx û bihayên, ku cenabê te behs kiriye û wan ji hev cuda nedikir. Her tim digot “Kurdistana otonom da jin xwediyê mafê yeksan dibe, sistema demokratik a pirreng û pirdeng tê ava kirinê.”
Heyamekê di hemû maqarên HDK-Î da tobloyek hatibû daliqandin, ku têda binameyên demokrasî hebû û digot, ku divê kadr û pêşmergeyên HDK-Î pabendî binameyên hanê bibin.
Belê, li asta Îranê da jî Qasimlo nirx û bihayên demokrasî, mafê jinan û mafê diyar kirina çarenusî cuda nedikir û her tim digot “azad kirina Kurdistanê bi hêztirin piştgirî ye bo xebata demokrasî û azadiyê”. Hertim dixwast HDK-Î ligel hêzên demokratik a Îranê pêyvendiyeka baş û dostanî hebê û bona vê armancê gelek hewl da û fidakarî kir, ku ez şahidê vê yêkê me.
Ligel evê yêkê jî Şehîd Qasimlo tu caran xebata neteweyî a gelê Kurd bi xebata giştî a Îranê ve girênedida. Hêzên demokrat a Îranê hatibûn tepeser kirinê xebata azadî û demokrasî gelek lawaz bibû, hinek hêzên opozisyonê piştgirî li rejima Axundan dikir, lê belê li Kurdistanê xebata azadî her berdewam bû.
Ez baş û bi hurgiliyê rewşa siyasî û peyvendiya hêzên Kurdisatanê bi opozisyona Îranê nizanim. Lê belê qasê, ku dibinin pêyvendiya demokrasî, mafên jinan û mafê diyarkirina çarenûsê li Îranê di asta here nizm da ye, ku berpirsê vê yekê ne nirxên hanê ne, tênegihiştina opozisyona Îranê ye. Bi gotineka dinê rewşa opozisyona Îranê a îro, qiymeta nirxên hanê kêmtir nake.
3. Piştî zêdetirî sê dehikan ji terora Dr.Qasimlo li Viyanayê derbas bûye, çima ev dosiye heta îro negihîştiye encamekê? Ev bûyer çi bandor li ser helwesta Ewropayê li hember terorîzma derveyî sînor a Komara Îslamî ya Îranê danaye?
Ji ber ku li ba dewletên Ewropî, bi taybetî jî li ba dewletên Nemse, her tim berjewendî girîng e ne maf û azadiyên demokratik. Rast e di heyama germayiya bûyerê da, dewletên Ewropî li dijî rejima Îranê halwest nişan dan, bo demekê pêyvendiyên xwe ligel Îranê sist kirin, gemaroya aborî û siyasî li ser rejima Îranê danin. Ev halwest bûye sedemek ji sedeman, ku cinayetên siyasî a rejimê li derveyî sînor kêmtir be.
Gotineka Mela Mistefa Barzanî heye, ku dibêje “li ba dewletan, bermilek neft ji bermilek maf û adalet û azadiyê bihatir e.” Ku, siyaseta Kurdistanê divê gotina hanê a Barzani hertim li ber çavê xwe bigre.
4. Raman û rêbaza xebata siyasî ya Dr. Qasimlo heta çi radeyê di stratejî û gotara siyasî ya îroyîn a partiyên Kurdistanê yên Îranê de berdewam e?
Bê guman raman û rêbaza Şehîd Qasimlo li ser rêxistinên dinê yên Kurdistana Rojhilatê, bi taybetî yên di warê hevkarî û hevxebata hêzên welatparêz û giringiya demokrasiyê da hebuye û heye, lê heta çi endazê ye, agadar ninim.
Lê baş dizanim, ku HDK-Î, hevsengerên Şehîd Qasimlo li ser xet û meşên, ku ew bi xwe daniye dimeşin. Helbet siruştî ye, ku ligel guhartina helûmerc, hinek halwest û gotara siyasî yên HDK-Î bêne guhartin, lê areste herweki xwe maye.
5. Yek ji taybetmendiyên Qasimlo hewldana girêdana pirsgirêka Kurdistanê bi demokrasiyê li hemû Îranê bû. Ev nêrîn îro di pêwendiya di navbera partiyên Kurdistanê û opozîsyona Îranê de çi cih û girîngî heye?
Şehid Qasimlo her tim pê li ser pêyvendiya tekoşina azadiya Kurdistanê û xebata demokrasiyê Îranê digirt û bona vê armancê jî hewl dide. Lê belê herwekî min li jorê jî got, tokoşina azadiya Kurdistanê bi xebata demokrasi û azadiya seranserê Îranê ve girênedida. Her tim digot “hazar dost kêm e dijminek zêde ye” û bi vê gotinê tevdigeriya hewl dida dostên Kurdan pir, dijminê Kurdan kêm be.
Ji bername û gotara Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê xuya ye, ku bir û ramana Qasimlo a derheqa pêyvendiya tevgera Kurd li gel opoziyonê Îranê, kêm an zêde, bandor li ser rêxistinê din yên welatparêzê Kurdistana Rojhilatê daniye, ku ev yêka girîng e û nişana mezinahiya Şehîd Qasimlo ye.
Di dawî da divê bêjim, ku yek ji sanaziya min ev e, ku min Qasimlo naskir û pêra giftugo û sohbet kir.
Ruhê wî û hemu şehidên Kurdistanê şad, rêbaza wan berdewam be.
Gelek spas bo gotubêja hanê.
Gelek spad bo rêzdar Mesûd Tek Siyasetmedarê naskiriye Kurd.
Rojnama Agîrî, hêjmara 521

Adress

Stockholm

Aviseringar

Var den första att veta och låt oss skicka ett mail när PSK Swêd postar nyheter och kampanjer. Din e-postadress kommer inte att användas för något annat ändamål, och du kan när som helst avbryta prenumerationen.

Kontakta Organisationen

Skicka ett meddelande till PSK Swêd:

Genvägar

Dela