17/12/2023
Ala Neteweyî Remz û sembolên wekî ala, di dirêjayîya dîrokê de ji pirr berê ve, ji alîyê gelek kom, dewlet û miletan ve ji bo armancên ciyawaz, bi şikil û awayê cihê cihê hatine bikaranîn. Di vê nivîsê de, ez dê nekevim nav babeta dîroka alayan (aleman), bi giranî dixwazim behsa alaya neteweyî ya ku piştî peydabûna netewe-dewletan çêbûne bikim. Bêguman berîya netewe-dewletan, alayên dewletên bajaran, mîrnişinîyan, qiralîyet, împeretorîyan û dewletên feodal jî hebûn....
Di berîya îlankirina Cimhurîyeta Kurdistanê de, li Rojhelatê Kurdistanê, xebata rêxistinî û sîyasî ya neteweyî bi pêşengîya Komela Jîyaneweyî Kurdistan roj bi roj pêş diket. Bi hevkarîya hinek Kurdên Başûrê Kurdistanê jî, hewl didan ku alaya dema serhildana Agirîyê, bi gu...